Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Soz Dide ku Keç Nêzîk Vegerin Dibistanê


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Berdevkekî Talîbanê roja Şemiyê ji ajansa Associated Press re got ku rêberên nû yên Afganistanê hêvî dikin di meha Adarê da ew bikarin hemû dibistanan ji bo keçan li seranserê welêt vekin.

Vekirina derfetê jibo ku keç karibin xwedina xwe bikin daxwazeke serekî ya civaka navnetewî ji Talîbanê bû.

Ji dema ku Talîban di nîvê Tebaxa borî de hatîye ser desthilatê, zarokên keç li piranîya Afganistanê yên pola 7’an û bilindtir nikarin vegerin bo dibistanê.

Civaka navnetewî, ku naxwaze bi fermî rêveberîya Talîbanê binase, bi guman e ku Talîban wekî 20 sal berê bergirîyên dijwar werbigrin. Wê demê jin ji perwerde, kar û jîyana giştî hatibûn qedexekirin.

Zabihullah Mucahid, ku herwiha cîgirê wezîrê çand û ragihandinê di hikûmeta Talîbanê de ye, got ku dezgehên wan yên perwerdeyê hewil didin dibistanan bo hemî keç û jinan vekin piştî sala nû ya Afganistanê, ku dikeve Newrozê, anku 21’ê Adarê dest pê dike.

Mucahid di hevpeyvînê de got ku perwerdeya keç û jinan "pirsa şîyanan ye."

Wî herwiha dîyar kir ku, "Em hewil didin ku heta sala bê wan pirsgirêkan çareser bikin," da ku dibistan û zanîngeh bên vekirin.

XS
SM
MD
LG