Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hewil Dide ku Danûstandinên ligel Talîbanê Bidomin


Dîplomatên bilind yên Amerîkî hewilan dikin ku danûstandinên ligel Talîbanê bifilitînin, ku jiber dijberîya xurt ya hikûmeta Afganî ketin xeterê.

Berdevka Wezareta Berevanîyê Jen Psaki got, Wezîrê Derve John Kerry du caran bi Serokê Afganî Hamîd Karzayî re axifî ku xem û fikarên wî sist bike.

Çaverê bû ku danûstandinên navbera Amerîka û Talîbanê îro Pêncşemê li Doha ya Qtayê destpê bikin, lê niha destpêbûna wê ne dîyar e.

Serokê Afganî Karzayî bi vekirina ofîseke Talîbanê li Doha pir eciz e û hevdîtina xwe ya ligel karbidestên Ametîkî betal kir.

Kabul dibêje, biryara hikûmeta Amerîkî ya bi fermî dîtina mîlîtanan, rola hikûmeta Afganî pûç dike.
XS
SM
MD
LG