Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe Gotûbêjên Amerîka bi Talîban re li Doha Destpê Bikin


Ofîsa Talîban li Doha
Wezareta Derve ya Amerîka dibêje, ew pêşbînî dike ku danûstandinên rastexwe ligel Talîban dê li çend rojên dahatî li Doha bêne kirin.

Li ber bû danûstandinên Doha roja Pêncşemê destpê bikin û nûnerên Talîban ligel karbidestên Amerîkî kom bin.

Lê, Serokê Afganî Hamîd Karzayî jiber vekirina ofîseke sîyasî ya Talîbanê li Doha tore bibû. Wî gotibû ku hikûmeta wî piştevanîyê li danûstandinan nake.

Nerehetîya Serokê Afganî jiber şêweyê nasandina ofîsê wek “Ofîsa Mîrgeha Îslamî ya Afganistanê” û bilind kirina alaya Îslamî ye.

Karbidest dibêjin, Talîban ew nav ji ofîsê re dana, li şûna “Ofîsa Sîyasî ya Talîbanên Afganî” ku rêkeftin ser hatibû kirin û berdevkê wezareta derve ew yek mîna gaveke erênî nirxandibû.
XS
SM
MD
LG