Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: Amerîka û Afganistan Dê Piştî Îmzakirina Peymanê 5000 Çekdarên Me Berdin


Yek ji karbidestên payabilind yên Talîbanê Abdulselam Hanefî dîyar kir ewê peymana bi Amerîka re di dawîya Sibatê de îmza bikin.

Berpirsên Amerîkî dibêjin ku bo peymaneke fermî were îmzakirin divê Talîban berê heft rojan çalakîyên xwe yên tundûtûjîyê rawestîne.

Hanefî ji ajanseke nêzî Talîbanê re da zanîn ku peyman dê li Doha ya paytexta Qatar were îmzakirin û Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, nûnerên dewletên Îslamî û karbidestên Yekîtîya Ewrupa (YE) dê bo merasîma îmza werin vexwendin.

Wî dîyar kir ku peyvajoya hevdîtinan ya di navbera Amerîka û Talîbanê de bi dawî bûye û got ku ‘’Jixwe me şiklê dawî ya bernivîsa peymana aştîyê pejirand.’’

Li gor gotina Hanefî, piştî îmzakirina peymanê, rêvebirîyên Afganistan û Amerîka dê 5000 çekdarên Talîbanê yên li girtîgehan berdin û Talîban jî 1000 kesên wê desteser kiriye berde.

Karbidestên Amerîkî didin zanîn ku peymana bi Talîbanê re wê di demeke kin de were îmza kirin lê ew dîrokeke eşkere nadin.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper gotibû ku ‘’danûstandinên bi Talîbanê re hêvîyan geş dikin, lê rîsk hîn jî didomin.’’

Wî dîyar kiribû ku piştî îmzakirina peymanê Amerîka dê hejmara leşkerên xwe yên li Afganistanê ji 13000 daxe 8600 kes.

XS
SM
MD
LG