Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Dibêje Wê Kontrola Temamê Afganistanê bi Dest Xwe Xistiye


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê sê jêderên Talîbanê ragihand ku wê rêxistinê temamê Afganistanê bi dest xwe xistiye.

Reutersê da zanîn ku Talîbanê, Gelîyê Pencşîrê, ku bûbû navenda hêzên serhilda, xistiye bin kontrola xwe.

Fermanderekî Talîbanê da zanîn ku ‘’kesên kêşe çêkirine têk çûne’’ Pencşîr ketiye bin kontrola wan.

Li Kabul ya paytexta Afganistanê bi çekên giran pîrozbahî li dar ketin.

Ji alîyê din ve, yek ji rêberên serhildayan, cîgirê berê yê serokê Afganistanê Amrullah Saleh ji Tolo Newsê re da zanîn ku ew ji welêt nerevîye û dîyar kir ku nûçeyên ser revîna wî derew in.

XS
SM
MD
LG