Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Endamên Xwe bo Walîtîyên Afganistanê Erkdar Dike


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Talîbanê 44 endamên xwe bo walîtîyên eyaletan û rêvebirîya polîsan erkdar kirine.

Talîban ya di meha Îlonê kabîneya xwe ragihandibû bi wan 44 endaman cara pêşî erkdarkirineke berfireh çêkir.

Li gor erkdarina Talîbanê, Qarî Baryal dê wek walîyê Kabulê kar bike û Walî Can Hamza jî dê bibe serokê polîsên wî bajarî.

Berpirsê berê yê ewlekarîya Kabulê Mewlewî Hemdulah Muxlîs di rojên borî de, di êrîşke li ser nexweşxaneyeke leşkerî de hat kuştin.

Talîbanê di 15’ê Tebaxê de kontrola Afganistanê bi dest xwe xist û bi jimareke êrîşên Dewleta Îslam re bi rewişeke dijwar re rûbirû ma.

Bi bangên navneteweyî ji Talîbanê tê xwestin ku ew di hikûmetê de cîh bide jinan, pêkhateyan û komên din yên sîyasî, lê ser wê mijarê heta niha ti pêşketin çênebûye.

XS
SM
MD
LG