Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: Amerîkê Dê Heta Serê Gulanê Nîvê Leşkerên Xwe ji Afganistanê Vekişîne


Yek ji karbidestên Talîbanê Abdulselam Hanefî îdia kir ku Amerîka dê heta serê meha Gulanê nîvê leşkerên xwe yên li Afganistanê vekişîne.

Lê, Artêşa Amerîka ragihand ku ti fermanên wisa ji wan re nehatiye dayîn.

Hanefî, piştî civîna Talîban û hin pêşengên Afganistanê da zanîn ku Amerîka dê di vê mehê de dest bi hazirîyên vekişînê bike.


Berdevkê Pentagonê Rob Manning dîyar kir ku ti fermanên ser vekişînê nehatine ber destê Artêşa Amerîka.

Li Afganistanê bi qasî 14000 leşkerên Amerîkî hene.

Serok Donald Trump di gotara Rewşa Yekîtîyê de dîyar kiribû ku ew bi hêzên li Afganistanê şer dikin re, ku di nav wan de Talîban jî heye, hevdîtinên baş li dar dixînin.

XS
SM
MD
LG