Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: Hevdîtinên bi Amerîka re Dibe ku di Demeke Nêz de Destpê Bikin


Talîban piştî gotinên Serok Donald Trump yên derbarê danûstandinên bi wê rêxistinê re bersîv da.

Berdevikê Talîbanê Zebîhulah Mucahîd ji Reutersê re dîyar kir ku nûnerên wan ji hefteya borî vir ve li Qatarê danûstandinan dikin û dibe ku di demeke nêz de hevdîtinên fermî jî destpê bikin.

‘’Sekna me neguherî, jiber wê ger hevdîtin destpê bikin emê jî cîhê ku em lê mabûn, destpê bikin.’’ Mucahîd got.

Fermandarekî payabilind yê Talîbanê jî da zanîn ku di destê Amerîka de xêncî hevdîtinan ti alternatîfên zêde tune ne.

Danûstandinên di navbera Amerîka û Talîbanê de, di meha Îlonê de, piştî ku rêxistinê berpirsîya êrîşekê girtibû ser xwe, rawestîyabûn.

Di wê êrîşê de 12 kes hatibûn kuştin û 1 ji wan leşkerekî Amerîkî bû.

Talîban dide zanîn ku ger ji Afganistanê hêzên bîyan vekişin ewê nehêlin ku rêxistinê terorê li herêmê bi cîh bibin.

XS
SM
MD
LG