Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban ji Welatîyan Dixwaze ku ji Firîngeha Kabulê Derkevin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku li firîngeha Kabul û li dora wê ji roja Yekşemê vir ve 12 kes hatine kuştin.

Reutersê ew agahî ji zarê karbidestên NATO û Talîbanê ragihand.

Karbidestekî Talîbanê dîyar kir ku ew kuştin ji guleyan yan ji geremolê çêbûne û bang li Afganên mafên wan yên rêwîtîyên tune kir ku vegerin malê.

Wî karbidestê ku navê wî nehat eşkere kirin got ku ew naxwazin li firîngehê zararê bidin ti kesî.

Talîbanê roja Yekşemê kontrola Kabulê xistibû bin destê xwe û ji wê rojê vir ve li firîngeha wî bajarî geremol çêdibe.

XS
SM
MD
LG