Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Talîbanê de Dehan Kuştî û Birîndar Hene


Di êrîşeke bombeyî û çekdarî ya xirabkarên Talîbanê de herî kêm 30 kes, îro Sêşemê li Kabul a paytaxta Afganistanê hatin kuştin.

Li gor karbidestên Afganî, herwiha pirtir jî 327 kesên din jî di êrîşê de birîndar bûn.

Karbidest didine zanîn, êrîşvanan avahîyek kir armanc ku hêzên ewlehî yên Afganî û endamên sazîya îstixbaratî ku karbidestên payabilind diparêzin, li wê derê diman.

Berdevkê wezareta navxweyî Sediq Siddiqi ji rojnamevanan re got ku pêşî êrîşvanekî xwekuj otomobîla xwe ya bi bombeyan dagirtî peqand, dû re çekdaran dest bi êrîş kir.

Wî got ku pevçûna navbera hêzên ewlekarîyê û êrîşvanan çend demjimêr domand û hemî endamên Talîbanê hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG