Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mattis: Hin Komên Talîbanê bo Danûstandinan Amade Ne


Mattis li Kabulê peya dibe

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jim Mattis dîyar kir ku wan ji rêxistina Talîbanê ser hevdîtinên aştîyê hin sînyalên erênî sitandine.

Mattis di serdana xwe ya Kabulê de, ku bi awayekî surprîz li dar ket, da zanîn ku hin beşên Talîbanê bi hikûmeta Afganistanê re bi zelalî dixwazin hevdîtinên aştîyê li dar xînin.

Li ber e ku Mattis, di serdana Kabulê de bi karbidestên Afgan re ser îhtimala aştîya bi Talîbanê re biaxive.

Mattis dê bi Serokwezîrê Afganistanê Eşref Ganî û serokê hêzên Amerîkî li wî welatî John Nicholson re kom bibe.

Ganî, di konferansa aştîyê ya Kabulê de bo rêxistina Talîbanê banga agirbestê kiribû û dîyar kiribû ku ger ew agirbestê bipejirînên ewê wê rêxistinê wek komeke siyasî bibînin.

Talîbanê ser banga Ganî dabû zanîn ku li Afganistanê leşkerên biyan hene û daxwaza agirbestê red kiribû.

XS
SM
MD
LG