Berdevikê Talîbanê Suhail Şahîn ragihand ku nûnerên payabilind yên rêxistinê do Yekşemê li Kabulê bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) re kom bûne.
Serokê Ofîsa Sîyasî ya Talîbanê Mele Abdulganî Barader û nûnerên din, jiber hişkesalîyê û aborîya Afganistanê ya li ber têkçûnê bi Martin Griffith re civîyan.
Şahîn ji Twitterê ragihand ku şandeya NY’ê soz daye ku di civîna pêş de bang li welatan bike ku bo gelê Afgan pirtir alîkarî bişînin.
Wî da zanîn ku Talîbanê garantî daye şandeya NY’ê ku hevkarîyê bike û tesîsên pêwîst bide wan.
Afganistan, ku yek ji welatên herî xizan yên cîhanê ye, jiber hilweşîna hikûmeta bi piştgirîya dewletên rojava û qutbûna alîkarîya bi mîlyaran dolar ket nav krîzeke aborî.
Çaverê ye ku NY bo pûçkirina krîza li Afganistanê di 13’ê Îlonê de li Cenevrê konferanseke alîkarîyê ya navneteweyî li dar xe.