Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda Talîbanê Ya di Asta Bilnd de li Enqerê Ye


Şanda Talîbanê bi Serokatiya Amir Khan Muttaqi li Firokxana Esenboga, li Ankara-Tirkiye Roja Pêncşemê 14ê Cotmehê 2021

Roja Pêncşemê Wezîrê Derve yê Tirkiyê ligel şanda di asta bilind de ya rêbebrên nû yên Talîbana Afganistanê li Enqerê kom bû.

Civîna îro Pêncşemê ya Şanda Talîbanê li Enqerê yekemîn civîne bi berpirsên bala yên Tirkiyê re ji dema ku Talîban li meha Tebaxê li Afganistanê kontrola wî welatî xiste destê xwe.

Peyvdarê bi navê Talîbanê gotiye, şanda li Tirkiyê bi serokatiya birêkarê wezîrê derve yê Talîbanê ye.

Serdana Enqerê piştî wê yekê tê ku rêberên Talîbanê di destpêka vê hefteyê de li Qatarê bi rayedarên Amerîkî û yên Yekîtiya Ewrupa (YE) re çend rêze hevdîtin pêk anîbûn.

Hevdîtin li Enqerê ya di navbera Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Amir Khan Muttaqi, wezîrê karên derve yê ji hêla Talîban ve hatî destnîşan kirin pêkhat.

Talîban di destpêka vê hefteyê de rêze hevdîtin bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, û 10 dewletên Ewropî û nûnerên Yekîtiya Ewropî re li Qatarê pêk anîn.

Civaka navnetewî hin kiryarên Talîbanê şermezar kirin yên ku piştî derketina hêzên Amerîkî û NATO ji wî welatî vekişiyan encam dane, û hikûmeta Afganî ya ku ji hêla Amerîka ve dihat piştgirî kirin hilweşiya.

Talîban darvekirinên giştî û hin karên din yên hovane cardî dan destpêkirin. Wan destûr daye keçan ku vegerin dibistanên seretayî lê jibo xwendina navincî li hemî parêzgehan hatine qedexe kirin tenê yek parêzgeh nebe, herwiha ne hiştine jin herin ser karên xwe.

Niha Talîbanê hikûmetek li Afgansitanê ava kirîye, lê dibêjin, ew tenê hikûmetek demkîye, berpirsên hikûmeta nû her hemî ji Talîbanê ne û hin ji wan di lîsta reş ya Netewên Yekbûyî daye.

Çavusoglu, piştî civîna bi şanda Talîbanê re li Enqerê axivî û got ku wan li ser firînên ji balafirgeha Kabulê gotûbêj kirine piştî ku Talîbanê di vê mijarê de ji Enqerê alîkarî xwest. Wî herwiha got ku Tirkiye di derbarê hikûmetek Afganî ya berfireh û perwerdehiya keçan bo şanda Talîbanê pêşnîyar kirîye.

Çavuşoglu got, "Me hêviyên xwe yên di derbarê ewlehiyê de ji bo jinûve destpêkirina geştên asayî" ragihand. "Me careke din şîretên xwe yên di derbarê perwerdehiya keçan û ji bo karkirina jinan bi wan re parve kirin."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja Pêncşemê di civîna Onlayn de, ya Koma welatên aboriyên herî bi hêz de (G20) got ku divê civaka navneteweyî kenalên diyalogê yên bi Talîbanê re vekirî bihêle, da ku "bi sebir û gav bi gav" wan ber bi damezrandina hikûmetek berfireh bibe. .

Erdogan got ku Tirkiye, ev çendîn sale zêdetirî 3.6 mîlyon Sûrî pêşwazî dirine, nikare pêla koçberên ji Afganistanê ragire, û hişyarî da ku dê bandora pêla koçberan li ser welatên Ewrupî jî hebe

XS
SM
MD
LG