Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tariq El Haşimî Dibêje Tawanên Dijî Wî Karekê Siyasî ye


Tariq El Haşimî Dibêje Tawanên Dijî Wî Karekê Siyasî ye

Cêgirê Serokê Îraq Tariq El Haşimî dibêje tawanbarkirina wî bi pîlanê bo kuştina karbidestên hikûmetê karekê siyasî ye ji layê serokwezîrekî ku dixwaze desthelata xwe bi hêztir bike piştî hêzên Amerîkî tên vekêşan.

Di çavpêkeftnekê de digel Dengê Amerîka roja Çarşembî, Haşimî got ku Serokwezîr Nûrî El Malikî hêzên parastinê û agehîyan kontrol dike û rêkê nade ku karbidestên helbijartî mayê xwe di wan de biken. Cêgirê serokê Îraqê çû herêma Kurdistana Îraqê piştî heftîya borî fermana girtina wî hat dan.

Haşimî ku Sunnî ye, tawanên ku ji layê hikûmeta bi rêberatiya Şîeyan li dijî wî hatin diyar kirin inkar dike. Ew dibêje, Amerîka nikarî ku nimoneka dimokrasiyê li Îraqê li paş xwe bihêle, û welat êxistiya ber metirsî ya maytêkirina Îrana cîran.

Roja Çarşembî Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî daxwaz ji rêberên Kurdistanê kir ku Cîgirê Serokê Îraqî Tariq El Haşimî teslîmê Bexdayê bikin.

Karbidestên hikûmeta Bexda, Haşimî xetabar dikin bi têkelîhebûn bi kuştina karbidestên hikûmet û parastina Îraqê.

XS
SM
MD
LG