Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî Daxwaza Darizandina Tawankarên Ceng li Helebê Dikin


A Syrian man walks through the former rebel-held Salaheddin district in the northern Syrian city of Aleppo.
A Syrian man walks through the former rebel-held Salaheddin district in the northern Syrian city of Aleppo.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, wan tawanên ceng ku Rûsya û Îranê li bajarê Helebê li Sûrîyê kirine, raberî vekolêrên Neteweyên Yekbûyî kirine. Ew daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî dikin ku kesên ku sîvîl kuştine û xirabkarîyên din kirine, derkevin pêş dadgehê.

Komîsyona Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî ya derbarê Sûrîyê (COI), pênc sal berê dest bi komkirina îfade û delîlan kir ku di demên pêş de werin karanîn.

COI heta niha jimareke faylên nepênî bi hikûmetên bîyanî re parve kirine ku ketine dû hemwelatîyên wan tev li şerê Sûrîyê bûne.

Fadel Abdul Ghany, serokê Tora Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (Syrian Network for Human Rights), û Husam Alkatlaby, dîrektorê Navenda Belgekirina Zêdegavîyan (Violations Documentation Center) bi vekolêrên Neteweyên Yekbûyî civîn ku doz li hember kiryarên xirab yên dema dorpeça li rojhilata Helebê bêne vekirin.

Sûrîye û hevalbendên wê Rûsya û Îran îdiayên zêdegavî û tawanên cenj ji alîyê wna vwe red dikin.

XS
SM
MD
LG