Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Taylandê Girtina Xwepêşandenên Dijber Didomin


Dîmeneke ji xwepêşandanên Li Taylandê

Polîsê Tayland îro Duşemê dîyar kir ku ewê pirtir kesên beşdarî xwepêşandanên dijî hikûmetê bibin, dester bike ku jixwe di xwepêşandana roja Yekşemê de nêzî 100 kes hatibû binçav kirin.

Karbidestên Taylandê, qanûnek qedexekirina kombûnan ya di çarçoveya tedbîrên hemberî vîrusa korona de , wek sedema desteserkirinan nîşan didin.

Hemberî van daxuyanîyên polisan pîştî nîvro ya îro dîsa bi sedan kes daketin kolanan û carek din daxwaza serbestberdana aktîvîstên girtî kirin û banga bidawîkirina serdestîya leşkerî ya siyasetê û reformkirina monarşîya hêzdar kirin.

Piya Tavichai, cîgirê berpirsê polîsê Bangkok ji rojnamevanan re ragihand ku 99 kes roja Yekşemê li ber avahîya hikûmetê hatine desteser kirin.

“ Me bo parastina aramîyê hêzên xwe amade kirine, ” Tavichai got.

Aktîvîst dibejin ku hilbijartinên 2019'an li gor qaîdeyên ku bo xurtkirina desthilatarîya Prayuth hatibûn ava kirin,hatine darxistin.

Lê, Prayuth û hevalbendên wî yên hikûmeta koalîsyonê dibêjin dengdan azad û dadmendî bû.

Bi dehan kes di xwepêşandanên di mehên dawî bi sedema binpekirina qanûnên aram qanûnênya gîştî û tedbîrên bo pandemîya COVID-19 hatin desteser kirin.

Lê, xwepêşandana Yekşemê yek ji mezintirîn desteserkirinên di yek xwepêşandanekî de bû.

Tevgera protestoyî ya ciwanên Tayland sala borî derket holê û serî ber hikûmeta Serokwezîr Prayuth Chan-ocha rakir.

Li Tayland, herî kêm neh rêberên ku pêşengîya xwepêşandanan dikin, heya roja darizandinê niha hatine girtin.

Ew jiber heqareta qralîyetê têne tawanbar kirin ku dibe ku heya 15 salan cezayên gzindankirinê bigirên.



XS
SM
MD
LG