Li Tirkîyê do Yekşemê hilbijartina serokomarîyê û ya parlamenteran li dar ket.
Ajansa Anadolu, ku ajansa fermî ya dewletê ye, ragihand ku 99 ji sedê sindoqan vebûne.
Li gor encamên nefermî Recep Tayyîp Erdogan 52,5 ji sedê dengan sitand û jinûve bû serokomar.
Bi vî awayî Erdogan dibe rêberê pêşî yê ‘’pergala hikûmetê ya bi serokomar’’
Di hilbijartinê serokomarîyê de, rikeberê Erdogan, berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Muharrem Înce 30,6 ji sedê dengan sitand.
Berbijarê serokomarîyê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku di Girtîgeha Edîrne de ye, 8,3 ji sedê dengan sitand.
Meral Akşener 7,3, Temel Karamollaoğlu 0,8 û Dogu Perînçek 0,2 ji sedê dengan sitandn.
Tifaqa Komarî, ku ji Partîya Dad û Pêşveçûnê û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) pêk hatibû, di hilbijartan parlamenteran de 53,6 ji sedê dengan sitand û piranîya parlamentoyê bi dest xist.
Tifaqa Milet, ku ji CHP, Îyî Partî û Partîya Saadetê çêbûbû, 34 ji sedê dengan sitand.
HDP’ê, 11,6 ji sedê dengan sitand û 67 kursîyên parlamentoyê bi dest xist.
Ajansa Anadolu da zanîn ku rêjeya beşdarîya hilbijartinê bo hilbijartina parlamenteran 86,6 ji sedê ye û bo serokomarîyê 88,1 ji sedê ye.