Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tedros Bang li Dewletên Cîhanê Dike ku Dijî Pandemîyê bi Hev re Bixebitin


Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus

Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus bang li dewletan kir ku bo têkbirina pandemîya vîrusa korona bi hev re bixebitin.

Tedros bi preskonferanseke li Almanya dîyar kir ku pandemîya COVID-19 dikeve sala sisêyan û da zanîn ku ew niha ketine qonaxeke krîtîk.

Wî dîyar kir ku êdî di destên wan de dijî vîrusa korona amûr hene û divê ew nehêlin ku pandemî bi guhnedan û panîkê bidome.

Serokê WHO bê ku hûrgilîyan bide dîyar kir ku Almanya bo rêxistinê bexşên herî zêde dide, lê li gor tomaran heta niha herî zêde Amerîka alîkarî daye.

WHO dê vê hefteyê li Cenevrê dest bi civîneke ser aborîya rêxistinê û dewra duyê ya Tedros dike.

XS
SM
MD
LG