Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Walîyê Teksasê Bang li Gel Dike ku ji Malê Dernekevin


Walîyê Teksasê Greg Abbott jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona bang li gelê eyaletê kir ku ji malê dernekevin.

Hejmara pêketinên nû yên li Teksasê di 10 rojên dawî de bi awayekî rekorî bilind dibe ku karbidest dibêjin ku ew hejmara rojane nêzî 3000’î bûye.

Abbott da zanîn ku kapasîteya wan ya bo sîstema saxlemîya têra nexweşên nû dike, lê got gel dîsa jî bo tedbîran divê maskeyan bide rûyê xwe û mesafeya civakî biparêze.

Teksasê di 1’ê Gulanê de tedbîrên dijî korona sist kiribûn û dest bo karên aborî destûr dabû.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Teksasê bi qasî 100,000 kes bi vîrusa korona ketine û 2,088 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG