Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teksas jiber Zêdebûna Pêketinên Korona, Jinûve Vekirina Radiwestîne


Austin, Teksas

Walîyê Teksasê Greg Abbott jinûve vebûna eyaletê rawestand jiber ku tûşbûyên ji COVID-19 û çûna nexweşxanan bo wê nexweşîyê zêde bûn.

Teksasê ku pêşengîya hewildanên vekirina aborîyên herişî dikir, jiber daxistinên dijî pandemîya vîrusa koronayê, di tûşbûyên nû de yek ji bilindbûnên herî zêde dibîne ku roja Duşemê di rojekê da zêdetirî 6,000 tûşbûyan radigihîne.

"Ev sekinandina demkî dê alikarîyê bide eyaleta me ku belavbûnê kontrol bike heta ku em derbazî pêngava duyê ya jinûve vekirina eyaleta xwe dibîn bo karsazîyan," walîyê Komarî Abbott got.

Herwiha Teksasê di 13 rojan de, hejmara herî bilind ya nexweşên hatine nexweşxanê tomar kiriye.

Abbott li deverên Houston, Dallas, Austin û San Antonio jibo valakirina nivînên nexweşxanê operasyonên bijartî ravestandiye.

Bilindbûna hejmaran li Teksasê beşek ji zêdebûna li seranserê welat e ku eyaletan di destpêka nexweşîyê de zû bergirî wernegirtibûn yan jî bergirîyên ser rûniştvan û karsazîyan zû rakiribûn.

Roja Pêncşemê kesên tûşbûyî li seranserê Amerîkayê bi kêmî ve rabû 39,818an ku ew jî bilindbûna rojane ya herî mezin ya pandemîyê bû.

Di heman demê da tûşbûyên zêde wê hefteyê li Alabama, Arizona, California, Florida, Idaho, Mississippi, Missouri, Nevada, Oklahoma, South Carolina û Wyomingê hatin ragihandin.

Dibe ku bilindbûna hinek tûşbûyan girêdayî zêdetir pikînînan be, lê sedekîya encamên pozitîf jî bilind dibe.

Rêvebirîya Trump hewil dide ku nîgeranîyên netewî li ser pandemîyê nerm bike, her çend bi dehan eyalet bilindbûnên xembar dibînin.

XS
SM
MD
LG