Serok hikûmetê Îraqê Haider Abadî roja Pênşemê derbarê şerên li Tel Afar û rizgarkirina wî bajarî ji çekdarên DAIŞ'ê daxûyaniya serkeftinê ragihand.
Abadî dibêje DAIŞ li Tel Afar û temiya parêzgeha Mûsil hat têkşkandin, herwiha Abadî di daxûyaniyê de dibêje "Tel Afar hat rizgarkirin...Em dibêjine DAIŞ'ên tawankar, hûn li koderê bin, Em ji bo rizgarkirinê tên, ti rêyek li pêşiya we nemaye yan mirin yan xweradest kirin".
Abadî di daxûyaniyê de balê dikişîne ser rolê hevpeymaniya navnetewî ya li dij DAIŞ'ê bi serokatiya Amerîka û got "piştî rizgarkirina Tel Afar bi temamî eşkere bû ku, hêzên ewlekarîya Îraqê ew şiyan hene ku, gelê Îraqê biparêze û DAIŞ'ê têk bibe û bihêle sînorên Îraqê bi ewle bin".
Ji hejî bîrxistinê ye ku, hêzên ewlekarîya Îraqê roja 20î Tebaxê dest bi operasiyona rizgarkirina bajarokê Tel Afar kir bû, yê ku, ji sala 2014an de, li jêr kontrola çekdarên komela Dewleta Îslamê DAIŞ'ê de bûn.