Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Amerîkî Berevanî li Biryara Guhdarkirina Telefonan Dike


Hikûmeta Amerîkî berevanî li biryara xwe dike ji axaftina telefonan gelek pêzanînên girîng berhev dike.

Rojnameya Guardian nivisîbû ku Ajansa Ewlekarîya Netewî (NSA) axaftina telefonî ya bi mîlyonan Amerîkîyan tomar dike.

Karbidestekî Amerîkî ku nexwest navê xwe bêje got, ev kiryar jibo parastina welêt ji gefên terorîstan alaveke girîng e.

Heman jêder got, bi xêra wan tomaran karmendên dij-terorîzmê dizanin ku terorîstên naskirî peywendî ligel wan kesan dikin ku hizra kiryarên terorîstî dikin.

Heta niha nûnerên kompanya Verizon ta telefonê daxuyanîyekê li ser vê bûyerê nedaye.
XS
SM
MD
LG