Televizyoneke ser bi hikûmeta Îranî ve roja Yekşemê ragihand, danûstandinên navneteweyî derbarê programa Îranê ya navokî dê li Stenbolê pêk werin.
Lê hîn erêkirinek ji alîyê Tirkîyê û her şeş welatên, ku beşdarî kombûna 13’ê Nîsanê dibin, nehatîye dan. Ev şeş welat jî ev in: pênc welatên endamên herdem yên Civata Ewlekarîyê ya N.Y. û Almanya.
Karbidestên Îranî di destpêkê de mêvandarîya Tirkîyê red kir, ji ber ku Enqere rexne li hevpeymanîya navbera Îran û Sûrîyê kir.