Wezareta Berevaniya Holanda ragihand, ku sê leşkerên komando yên Holandî di encama teqekirinekê de li derveyî otêlekê li Indianapolis birîndar bûne, yên ku bi armanca rahênanên leşkerî hatine Amerîka.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku rewşa yek ji leşkeran giran e. Sê leşker ji bo rahênanên leşkerî li wîlayeta Indiana ya Amerîka bûn, daxuyaniyê anî ziman ku polîsê eyaletê lêkolînê li ser bûyerê dike û tu kes nehatine girtin.
Rêveberiya Polîsê bajarê mezin yê Indianapolis pêşengiya lêpirsînê û lêkolînan derbarê bûyerê dike, lê wan hîna derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedane.
Polîsekê Rêveberiya Polîsan ya metropola Indianapolis re ji FOX 59 re got ku xuya ye ku berê bizavek li cîhek cûda li derveyî otêla 'Hampton Inn' li navenda Indianapolis heye, wî got:
"Niha agahdariya ku em dikarin eşkere bikin ev e ku tiştek di hundurê otêlê de neqewimî ye. teqekirinek hebû û em bawer dikin ku ew li cîhek din bû. Ew ne di hundurê Hampton otêl de bû, li derve bû," efser ji kanalê re got.
Di derbarê teqînê de lêpirsîn didome û rayedaran ragihand ku têkildarî bûyerê tu kes nehatine girtin.