Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Teqîna Gaziantepê, Avahiya BDP’ê Hate Şewitandin


Şeva Duşemê li bajarê Gaziantepê (Dîlok), nêzîkê bingehekê polîsî, teqînek rû da. Di encama teqînê de neh kes hatin kuştin, 64 kes jî birîndar bûn.

Wezîra Malbat û Politikayên Sosyal Fatma Şahin got “armanca terorê ew e ku kaosê derxin û li ser vê siyaset bikin."

Cîgirê Serokê Gişti yê Partiya Dad û Pêşvebirinê Huseyin Çelik jî got "armanca wan ew e di nav gel de tirs û xofê çêkin û bi vê armancê kaosek bînin meydanê. Bi vê bizavê tê xwestin ku gel berî hev bidin, lazime ku tu kes nekeve vê kemînê."

Hêjayê gotinêye ku piştî teqînê, avahiya Partiya Aşitî û Demokrasîyê ya navçeya Şehitkamilê ji alîyê grubek ve hat şewitandin.

Li ser teqinê hê jî tu aliyekê berpirsiyariya xwe ranegihand.
XS
SM
MD
LG