Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Teqînek li Naverasta Tirkîyê


Hêrişberên xwekuj yên berguman li nêzîkî polîsxanekê li naverasta Tirkîyê, otombêlek peqand û polîsek kuşt û nêzîkî 20 sivîl birîndar kirin

Wezîrê navxwe yê Tirkîyê, Îdrîs Naîm Şahin, dibêje roja Înê du berguman ji nuqteka vekolînê derbasbûn û bombe li dervey bajêrokê Pinarbasi li parêzgeha Kayserî teqand.

Şahîn di pêş de got ku du polîs hatin kuştin, lê paştir got dokoran canê yêk li wan polîsan rizgar kir.

Herdu hêrişber di wê hêrişê de hatin kuştin.

Heta niha çi kesê berpirisyarya wê hêrişê bi stuyê xwe ve negirtî ye. Lê Şahîn dibêje renge serhildayên Kurd li pişt wê hêrişê bin.

XS
SM
MD
LG