Lînkên eksesibilîtî

Teresa May Bo Piştevaniyê Seredana Japon Dike


Teresa May Serok Hikûmeta Brîtanya

Roja Çarşemê serok hikûmeta Brîtanya Teresa May dest bi seredanek sê rojî kir bo welatê Japonya, armanca seredanê diyarkirina piştevaniya Brîtanya bo Japonya lidij avêtina mûşekên Koreya bakur bo ser axa wî welatî.

May di demên herî tengav de giha bajarê Osaka, demildest civîn ligel Shinzo Abe serok hikûmetê Japonya encam da, mijara civînê gefên Koreya bakur bûn.

Teresa May bang li berpirsên Chinê dike, daku pitir givaşan bêxe ser Koreya bakur jibo destberdana ji têstên mûşekan, weha tê dîtin ku, rolê Bejing giringe û kilîta bi sinorkirina provokasyonên Koreya bakur di dest Chinê dane.

May di vê seredanê de, herwiha dê hewil bide tirsa karsazên civaka Japonî û karîgeriya Brexit liser wan kêm bike, wek tê zanîn Brîtanya dê meha Adara 2019an ji Yekêtiya Ewrûpa derkeve.

XS
SM
MD
LG