Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tehrîr El-Şam û Ehrar El-Şam li Sûriyê Êriîş Hevdu Dikin


Çekdarên Îslamî yên Radîkal li Herêma Idlib-Sûriye
Çekdarên Îslamî yên Radîkal li Herêma Idlib-Sûriye

"SOHR", Çavdêrîya Sûrî jibo mafên mirov, îro Çarşemê ragihand ku, li parêzgeha Îdlib şer di navbera grûbên Îslamî yên opozisyon derketîye, weke SOHR dibêje, şerê di navbera gûbên Îslamî derketî di şîdetek herî mezin deye yên ku, parêzgeha bakurê rojavayê Sûriyê kontrol dikin.

Weke çavkanîyên Çavdêrîya Sûrî dibêje, şer di navbera Tehrîr el-Şam û Ehrar el-Şam derketîye, Tehrîr el-Şam grûbeke çekdar ya Îslamiyên radîkale ku, berî nûha beşek bû ji rêxistina al-Qaide ya terrorist, herweha Ehrar el-Şam ew jî gûbeke Îsalmî ye hinekî nerimtire û hevpeymane ligel grûbên din yên opozisyona Sûrî.

Çavdêrî ku, bingeha wê ya sereke, li Brîtaniya dimîne dibêje şer şevê din hatîye destpêkirin û Ehrar al-Şam daxûyaniyek di Înternêtê de weşandîye rexnan li desteya Tehîr el-Şam digire û wê tawanbar dike.

Berî nûha jî, li Îdlib şer di navbera van herdu grûban de derket bû, bi armanca ku her grûbek zêdetir ji ya din kontrola parêzgeha Idilb bike, herçende hêzên hikûmeta Sûrî gelek herêm ji destên wan gûban deranîne.

Grûbên Îslamî kontrola piranîya parêzgeha Îdlib dikin, lê hêzên artêşa Sûrî ya Azad jî li wê herême hene.

Weke Çavdêrî dibêje, di şerê herdu grûban de, hejmarek çekdar û bi kêmî du sivîl hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG