Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka bo Metirsîya Êrîşên Terorî li Ewrupa Hişyarîyê Dide


Wezareta Derve ya Amerîka bi hişyarîyeke rêwîtîyê ragihand ku di dema Noel û pîrozbahîyên sersalê de li Ewrupa rîska terorê zêdetir dibe.


Wezaretê ji malpera xwe da zanîn ku ‘’fikarên wezaretê yên ser êrîşên terorî yên siberojê didomin’’

Wezaretê bang li hemwelatîyên Amerîka kir ku her tim baldar bin û dîyar kir ku ‘’sempatîzanên terorê yan jî kesên xwe bi xwe tundrê bûne, bê ku ti hişyarîyeke pêş hebe, dikarin di dema Noelê de yan rojên wek wê de êrîşan li dar xînin’’

Wezareta Derve ya Amerîka, bi bîr xist ku par di êrîşên li pîrozbahîyên Noel û sersalê de li Berlînê 12 û li Stenbolê ji 39 kes hatine kuştin.

Wezaretê dîyar kir ku êrîşên li Fransa, Rûsya, Swêd, Brîtanya, Îspanya û Fînlandîye li dar ketine nîşan dide ku ‘’him Îslamî him jî rêxistinên wek DAIŞ û El-Qayde hîn jî aktîf in’’

Di hişyarîyê de, wezaretê da zanîn ku êrîşvan bi taybetî hewil didin ku li navenden kirîn-firotanê, restoranan, bazar, firîngeh, garên trênan êrîşan li dar xînin.

Hişyarîya rêwîtîyê bo heta 31’ê Çileya 2018’an hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG