Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Melania Trump Dibêje ku Testa Wê ya Vîrusa Korona ya Dawî Negatîf Derketiye


Piştî negatîfbûna testa vîrusa korona ya dawî ya Serok Donald Trump, Xanima Yekê Melania Trump jî da zanîn ku testa wê ya dawî negatîf derketiye.

Melania Trump ji medya civakî dîyar kir ku testa vîrusa korona ya kurê wan Barron Trump jî piştî ew bi nexweşîyê ketine pozîtîf derketiye, lê ya wî jî êdî negatîf e.

‘’Em bi şans in ku ew ciwanekî bi hêz e û ti semptom raber nekirin’’ Melania Trump got.

Wê da zanîn ku ew kêfxweş e ku bi hev re bi vîrusa korona ketine, li hev nihêrîne û tev dem bihurandine.

Xanima Yekê neda zanîn ku wê çima berê eşkere nekiriye ku kurê wan Barron Trump bi vîrusa korona ketiye.

Qesira Sipî dîyar kiribû ku testên vîrusa korona yên endamên din yên malbata Trump negatîf derketine.

XS
SM
MD
LG