Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Şermezarkirina NY, Hêzên Sûrî Kuştina Xwepêşanderan Didomînin


Tevî Şermezarkirina NY, Hêzên Sûrî Kuştina Xwepêşanderan Didomînin
Tevî Şermezarkirina NY, Hêzên Sûrî Kuştina Xwepêşanderan Didomînin

Berevankarên mafên mirovan dibêjin, hêzên ewlekarîyê yên Sûrî, di operasyonên berdewam de, bi kêmî ve 4 xwenîşander kuştin.

Bizavkar dibêjin, hêzên Sûrî derengîya Çarşemê li paytaxt Şamê û li bajarê Palmyra ya navendî êrîşî xwenîşanderên dijî Serok Beşer Esed kirin.

Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî roja Çarşemê Sûrîye şermezar kirîbû jiber êrîşên wê yên li dijî sîvîlan û zêdegavîyên berfireh yên mafên mirovan.

Biryara Civata Ewlehîyê pêngaveke girîng e lê bervajîya daxwaza berevankarên mafên mirovan, behsa wê yekê nake ku rêberên Sûrî li Dadgeha Tawankarî ya Ceng werine dad kirin.

Amerîka û hevalbendên wê li Civatê piştgirîya biryarek kir bikanibe qanûna navnetewî kar bîne. Lê, Rûsya û endamên kindemî Brezîlya, Hîndîstan û Efrîqaya Başûr li dijî pîvanên xûrtir derketin.

Lubnan a cîrana Sûrîyê ku her wiha hevalbendeke wê ya nêzîk e, rê li ber biryara şermezarkirinê negirt, lê xwe jî teksta amadekirî dûr êxist.

XS
SM
MD
LG