Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Plana Aştîyê 10 Kes li Sûrîyê Hatine Kuştin


Xwepêşanderên dijî hikûmetê li bajarê Himusê darbestaên gundîyên Sunî radikin.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, hêzên ewlekarîyê îro Pêncşemê herî kêm, 10 kes kuştin, rojeke piştî ku hikûmetê ragihandibû ku dawî li tundî û tûjîya dijî xwepêşanderên hevrik tîne.

Bizavkar dibêjin, kuştinkarî li bajarê Himusê çebûn ku tê ragihandin hêzên hikûmetê bi tankan êrîşî taxa Baba Amr dikin.

Bizavkarên Sûrî dibêjin, xwenîşandanên opozîsyonê îro Pêncşemê li Himusê û ki çend bajarên din têne kirin.

Komîteyên Kordînasyona Xwecîhî dibêjin, hêzên ewlekarîyê li bajarên wek Daraa, Haleb, Kafruma û li Şamê kesên ku li dijî Serokê Sûrî Beşar Esed xwepêşandanan dikin, desteser kirin.

Sûrîyê roja Çarşemê ragihandibû ku ew pêşnîyara Yekîtîya Ereb qebûl dike ku daxwaza dem û dest vekêşana hêzên ewlekarîyê ji kolan dike û her wiha dixwaze dawî li tundî û tûjîyê bîne.

Pêşnîyara Yekîtîya Ereb her wiha daxwaz ji Sûrîyê dike ku hemî girtîyan azad bike, ku ji destpêbûna xwepêşandanan vir ve hatibûn desteser kirin.

Bizavkarên Sûrî do Çarşemê jî kuştina 31 kesan li Himusê ragihandibûn ku 11 ji wan karker û 5 jî sîvîl bûn.

XS
SM
MD
LG