Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Givaştinên Ser Rojnamevanan Zêde Dibin


Li Tirkîyê 3 rojnamevan jiber amadekirin û parvekerina nûçeya kuştina endamekî Sazîya Îstixbaratê ya Tirkîyê (MÎT) li Lîbya hatin girtin.

Aydin Keser & M. Ferhat Çelik
Aydin Keser & M. Ferhat Çelik

Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşam’ê Mehmet Ferhat Çelîk, rêvebirê karên nivîsê yê Yenî Yaşam’ê Aydin Keser û nivîskarê rojnameya Yenîçag’ê Murat Agirel çend roj berê jî hatibûn binçav kirin û paşê hatibûn berdan. Lê, piştî rojekê bi îtîraza dozgerîyê ew rojnamêvan hatin girtin.

Sendîkaya Rojnamêvanên Tirkîyê (TGS) îro li ber avahîya dadgeha Çaglayanê bertek nîşanî girtina rojnamêvanên da û li ber pankarta “Rojnamêvanî Ne Suc e” daxuyanî xwend.

Seroka şaxa Stenbolê ya TGS’ê Banu Tuna, ku daxuyanî xwend, girtin û darizandina rojnamêvanan rexne kir.

“Di 15 rojên dawî dê 28 rojnamêvan hatin binçav kirin û 8 ji wan hatin girtin. Jiber qewimandinên polîtîkaya derve ya Tirkîyê, rojnamêvan têne armanc girtin. Rojnamêvan ji xeynî gihandîna rastîyan ji civaka Tirkîyê re tiştekî din nakin. Lê, ew wek sûcdar û herwiha wek xayîn têne îlan kirin. Armanca rojnamêvanî ne parastina berjewendîya beşeke civakê yan jî desthilatdaran e. Armanc rojnamêvanî parastina berjewendîya civakê ye.”

Tuna bi bîr xist ku bi girtinên dawî, hêjmara rojnamêvanên girtî yên li Tilrkîyê giheşt 91 kesan.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG