Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Nav Hefteyekê 20 Rojnamevan Hatin Binçav Kirin


Rêvebirê Nûçeyan yê Odatv’yê Bariş Terkoglu do Çarşemê li Stenbolê û peyamhinêrê Odatv’yê Hulya Kilinç jî li bajarê Manîsa hatibûn binçav kirin.

Her du rojnamêvan jiber amadekirin û parvekirina nûçeya kuştina endamekî Sazîya Îstixbaratê ya Tirkîyê (MÎT) li Lîbya’yê hatibûn binçav kirin.

Îro jî dadgeheke li Stenbolê bi tawana eşkerekirina nasnameya endamê MÎT’ê biryara girtina her du rojnamêvanan da.

Terkoglu di parastina xwe de tawanên dijî xwe qebul nekirin. "Îro biryara çeteya ku dixwaze me bêdeng bike li dadgehê hat xwendin, lê em bêdeng namînin,” Terkoglu got.

Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan û Çapxaneyan ên Tirkîyê (Basin-Iş) Faruk Eren jî girtina rojnamêvanan rexne kir û got ku demeke dirêj e li ser çapemenîyê givaştinên mezin hene.

“Binçavkirin û girtinên dawî beşeke ji van givaştinan e û armanca wan çavtirsandinê ye. Desthilatdarîya Tirkîyê jiber operasyonên xwe yên derve yê welat dixwaze dijî gotinên wê tiştekî cuda neyê gotin.”

Eren herwiha dîyar kir ku berî nûçeya endamên MÎT’ê, parlementerê Partîya Baş yê Stenbolê Umît Ozdag jî nav û paşnavê endamê MÎT’ê li meclîsê eşkere kiribû.

“Hikûmeta Tirkîye hem li Sûrîye hem jî li Lîbyayê polîtîkayeke tund bi rêve dibe. Dîsa karta koçberîyê bi kar anî, dibe ku li hemu qadan tiştên dixwaze nastîne. Jiber vê yekê jî tiştê xuya dike ewe ku givaştinên ser rojnamêvanan zêde dike. ”

Sendîkaya Rojnamêvanên Tirkîyê (TGS) bi bîr tîne ku li Tirkîyê di nav hefteyekê de hin xebatkarên medya bîyanî jî di nav de 20 rojnamêvan hatin binçav kirin. “

“14 rojnamêvan li bajarê Edîrne, dema şopandina rewşa penaberên li ser sînorê Yunanîstanê, bi sedema binpêkirina sînor û girtina wêneyan ya li devera qedexe, hatin binçav kirin.”

TGS bal dikşîne ku tenê rojnamêvanê televîzyona Rudaw’ê Rawîn Sterk heta niha nehatiye berdan û li ber e ew îro derkeve pêş dadgehê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG