Serokwezîrê Taylandê Srettha Thavisin îro Sêşemê got ku ew û Çîn ji meha Adarê pê ve jibo hemwelatîyên xwe vîzaya mecbûrî bi awayekî mayînde rakin.
Taylandê, ku aborîya wê piranî ser turîzmê ye, meha Îlonê heta Sibata 2024’an şertên jibo turîstên Çînî sivik kiribûn.
Srettha dîyar kir ku rakirina vîzayên mecbûrî wê peywendîyên di navbera herdu dewletan de xurt bike.
Wezareta Derve ya Çînê jî ragihand ku her du dewleta bi rakirina vîzayan rêkên bazirganîyê yên di navbera her du dewletan de vedikin.
Agahîyên hikûmeta Taylandê nîşan didin ku sala 2023’an 28 mîlyon gerokên bîyanî derbazî welêt bûne û 3493 mîlyar dolar ketiye welêt.
Li gor agahîyan ji Malezya 4,5 mîlyon kes serdana Taylandê kirine û bi 3,5 mîlyon kesan jî Çîn li rêza duyê ye.
Berî COVID-19, 39 mîlyon kes serdana Taylandê kiribûn ku ji wan 11 mîlyon kes ji Çînê bûn.
Jêder: Reuters