Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Britanî û Rêberên Cîhanê Xatir ji Thatcher Dixwazin


Bi deh hezaran kes herikîn kolanên Londonê ku xatir ji Serokwezîra berê ya Brîtanyayê Margaret Thatcher bixwazin.

Tabuta Xanim Thatcher ku bi ala Brîtanî peçandîbû ji dêra St. Pau hate birin ku rêberên cîhanê û kesitîyên navdar yên ji 170 welatên dinê lê hazir bûn.

Qralîçe Elizabeth û hevjînê wê Prince Philip ji di nav 2300 kesan bûn ku jibo merasîmê amade bibûn.

Metranê Londonê, Richard Chartres di merasîmê de axaftinek kir û got, Thatcher “hevjîneke baş bû, dayikeke bû û dapîreke bû”.

Jibo merasîmê, pirtir ji 4.000 polîs li Londonê hatine erkdar kirin û piştî peqîna li Bostonê, pîvanên ewlekarîya bajêr jî hate zêde kirin.

Margaret Thatcher neh roj berê di 87 salîya xwe de koça dawî kir. Ew serokwezîra yekê ya jin bû û herwiha yek jî badortirîn sîyasetvanên cîhanê bû.
XS
SM
MD
LG