Lînkên eksesibilîtî

Abadî li Bexda Pêşwazîya Theresa May Dike


Theresa May

Li paytext Bexda Serowkwezîrê Îraqê Heyder Abadî roja Çarşemê pêşwazî li hevpîşeya xwe ya Brîtanî Theresa May kir.

Berdevkê hikûmeta Brîtanî dibêje, Theresa May Serokweîra Brîtanya di yekem serdedana xwe ya Îraqê de ligel Heyder Abadî civîn pêk anîn.

Hikûmeta Brîtanî di Îlonê de dabû zanîn ku nêzîkî 600 leşkerên wan li Îraqê dimînin, ew karê rahênan û perwerdeya leşkerî didin hêzên ewlekarîya Îraqê, herwisan di warê endazeya leşkerî û perwerdeya jinavbirina madên peqînan û aletên xwe parastinê ji peqînan fêrî leşkerê Îraqê dikin.

Brîtanya ev sê sale beşdarîyê di şerê li dij DAIŞ'ê dike li Îraqê, yê ku Amerîka serkêşiya hevpeymaniya navntewî ya wî şerî dike, li dij rêzxstina tundrê DAIŞ'ê. Brîtanya 1400 karmendên leşkerî şand bûn Îraqê bi armanca destek dana şerê lidij Dewleta Îslamê DAIŞ'ê.

May di civîna îro de, ligel Abadî got, "Emê di warên din de jî piştevaniya Îraqê bikîn", herwiha Theresa May di TV ya Îraqê de got "Em amadene jibo avakirinê û dê têkliyên Brîtanya ligel Îraqê bihên berdewam kirin".

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG