Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May bi Wezîr û Rêberên YE Pangavên Nû yên Brexitê Gotûbêj Bike


Serokwezîra Brîtanî Theresa May, piştî redkirina peymana Brexitê ji alîyê parlamanê, îro Înê bi wezîrên xwe yên girîng re jimareke hevdîtinan pêk bîne ku ser derketina ji Yekîtîya Ewrupa nexşereyeke nû dîyar bike.

Ofîsa serokwezîrîya Brîtanî ragihand ku May roja Pêncşemê bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel û yê Hollandî Mark Rutte re bi telefonê peyîvî.

Ofîsê herwiha ragihand ku May wê di dawîya heftê de bi rêberên Yekîtîya Ewrupa re hin axaftinên din bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku parlamana Brîtanî peymana navbera London û Brukselê, di dengdana roja Sêşemê de, bi 432 beramber 202 dengan deng red kiribû.

XS
SM
MD
LG