Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorên Amerîkî Bang li Kerry Dikin ku Tîbetê Bêxe Rojêva Serdana Çînê


Xwepêşandêrên Tîbetî
21 senatorên Amerîkî bang li Wezîrê Derveyê John Kerry dikin ku kêşeya Tîbetê bike pişkeke girîng ya rojêva serdana xwe ya Çînê.

Di nameyeke hevbeş ya her du partîyan de, senatoran bang li birêz Kerry kir ku gavên berçiçav bavêjê ku hikûmeta Çînê dîyalogê bi rêberên Tîbetê re jinûve bidomîne.

Senatorên Amerîkî herwiha pêşnîyar dikin ku John Kerry kordînatorekî taybet yê jibo Tîbetê destnîşan bike û Amerîka konsulxaneyekê li Lhanasa ya paytaxta Tîbetê veke.

Nameya hevbeş ji alîyê Mark Udall ê Komarî û Dinanne Feinstein a Demorkat ve hate nivîsin.
XS
SM
MD
LG