Hêza Sûrîya Demoqratîk (QSD) bajarokê Til Rifet û çend gundên derdora wê kontrol kirin.
Roja Duşemê êvarê hêza QSD Til Rifet, Kefernasêh, Kefernaya xistin bin kontrola xwe.
Piştî şerekî dijwar di navbera wan û Cebhet el-Nusra û alîgirên wê paşve kişîn.
Li gor berdevkê Ceyş el-Suwar, tevî bombebarankirina dewleta Tirkîyê li ser herêmê, hêzên QSD pêş dikevin û herêmên nû kontrol dikin.
Li gor feemandarîya Ceyş el-Suwar, hemleya paqijkirina herêma Til Rifet berdewam e.
Di operasyonê de herwiha tankek û du doşka û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanên QSD.
Tê zanîn ku şerekî dijwar, navbera QSDê û Cebhet el-Nusra û aîlgirên wê niha diqewime, li ba wê rêjîm li herêmê pêş dikeve, herwiha dewleta Tirkîyê çar rojên herêmê topbaran dike.