Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson Û Lavrov bi Telefonê Rewşa Sûriyê Gotûbêj Dikin


Rex Tillerson û Sergey Lavrov
Rex Tillerson û Sergey Lavrov

Peyvdara wezareta derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand ku, wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevpîşeyê wî yê Rûs Sergey Lavrov derbarê pirgirêkên li Sûriyê, Koreya Bakur û Ukrayna roja Çarşemê bi telefonê gotûbêj kirine.

Nauert di daxûyaniyê de dibêje"derbarê Sûriyê herdu aliyan tekez kiriye ku, rejîma Beşar Asad di danûstendinên Cenevre yên ku, Netwên Yekgirtî serkêşiyê dike, divê rolek avaker hebe".

Nauert herwiha gotiye, Tillerson tekez liser rolê hemû alîyan kirîye bo piştevaniya hewildanên Netewên Yekgirtî yên derbarê Koreya Bakur de, dîsan Tillerson gotiye divê sînorek bo tûnd û tûjiya li Ukrayna bihê danîn.

Aliyê Rûs daye xûyakirin ku, Lavrov û Tillerson derbarê êrîşên nihe yên artêşa Tirk bo ser Kurdan li Bakurê Sûriyê axiftin kirine.

Lavrov gotiye "tenê xelkê Sûriyê dikarin biryara paşeroja welatê xwe bidin".

XS
SM
MD
LG