Lînkên eksesibilîtî

Tillerson Li Manila ye ji bo Kombûna Herêmî ya Asya


Wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson li Manila bi awakî cihê kombû li gel wezîrên derve yên Myanmar, Japon û Kûrya Başûr, di destpêka yekem gera xwe ya fermî de bo başûrê rojhilata Asya.

Mezinê dîplomatên Amerîkî beşdar dibe di kombûnên endamên Komeleya Netewên Başûrê Rojhilata Asya de, di demekê de ku hewil dide fişarê bide ser Kûrya Bakur.

Piştî kombûna li gel wezîrê derve yê Kûrya Başûr Kang Kyun-wha, îro yekşemê, wî cezayên nû yên civata ewlekariya Neteweyên Yekgirtî li ser Kûrya Bakur , wek “ encamên baş.“ binav kirin.

Kang jî,ceza wek encamên ” gelek baş.“ anîn ziman.

Biryar e Tillerson îro yekşemê li gel wezîrê derve yê Rûsya Sergei Lavrov û yê Çînê Wang Yi kom bibe.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG