Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatoya Amerîka Îro Dengdanê Ser Berbijarîya Tillerson Dike


Komîteya Peywendîyên Derve ya Senatoya Amerîka, li ber e îro dengdanê li ser Rex Tillerson bike ku ew bibe wezîrê nû yê derve.

Pispor çavrê dikin ku Tillerson ji alîyê senatoran ve were pejirandin, piştî ku Senatorê Komarî Marco Rubio gotibû ku ewê destek bide berbijarîya Tillerson.

Do Yekşemî jî du senatorên bi bandor John McCain û Lindsey Graham, ku ser peywendîyên ligel Rûsya xema xwe dîyar kiribûn, piştgirîya xwe ji Tillerson ragihandibûn.

Tevî ku piştgirîya McCain û Graham şansa Tillerson zêde kiribe jî, her du jî ne endamên Komîteya Peywendîyên Derve ne, ku dengdanê dê li ser berbijarîya Tillerson bike.

Senatorê Komarî yê Florida Rubio endamê wê komîtê ye û ew heta niha biryar nedabû ku piştgirîya Tillerson bike.

Di komîteya navbirî de Komarî bi yek deng piranî ne û desteknedana Rubio tê wateya nepejirandina berbijarîya Tillerson.

Di dema rûniştina erêkirina Senato de, Rubio ji Tillerson xwestibû ku Serokê Rûsî Wladimir Putin, jiber kiryarên wî li Sûrîyê, wek tawankarê şer bi nav bike, lê Tillerson ew daxwaz red kiribû.

XS
SM
MD
LG