Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson Wek Wezîrê Derve Dest bi Kar Kir


Civata Senatoran ya Amerîkî do Çarşemê berbijarîya Rex Tillerson ya jibo Wezareta Derve ya Amerîka pejirand. Di dengdanê de 56 senator dengê 'erê' da, 43 jî got 'na'.

Serokê Amerîka Donald Trump dema Tillerson wek berbijarê wezarîre derve nîşan dabû, dîyar kiribû ku ew dê bala xwe bide ser berjewendîyên neteweyî yên Amerîka.

''Xebat û tecrubeyên wî û nêrînên wî yên kûr yên li ser keşeyên jeopolîtik, dike ku ew bibe wezîrekî pir baş'' Trump li ser Tillerson gotibû.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Tillerson serokê berê yê kompanya petrolê ExxonMobil'ê bû û wî bi gelek dewletên cîhanê peywendîyên baş ava kiribûn. Demokrat jiber peywendîya wî ya nêzîk ya ligel Serokê Rûsî Vladimir Putin, dijberî li wezîrbûna Tillerson dikir.

XS
SM
MD
LG