Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro Pêncşemê got ku Hîzbulah çekên di destê xwe de zêde kirine û ew jî jibo ewlekarîya Lubnanê xeter e.
Tillerson herwiha got ku cîhgirtina Hîzbullah di kêşeyên herêmî de faktoreke din e metirsî li ser ewlehîya Lubnanê çêdike.
Tillerson, di preskonferansekê de li Beyrutê, bang li rêberên Lubnanî xwest ku soza xwe ya dûrmayîna ji pirsgirêkên herêmî bi cîh bînin û nebin beşek ji wan kêşeyan.
Wî da zanîn ku Washington bi Lubnanê û Îsraîlê di nav danûstandinan de ye ku sînorê hevbeş aram bimîne.