Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson HSD bo Serketina li Reqa Pîroz Kir


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson, ser rizgarkirina Reqa, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) pîroz kir.

Tillerson bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku HSD’ê, gelê Sûrîyê û Koalîsyona Ereb ya Sûrîyê, jiber rizgarkirina Reqa pîroz dike.

‘’Karê me hîn neqediyaye, lê sitandina Reqa ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) gavekî girîng e û ew serketinên têkoşîna navneteweyî û ya di nav Sûrîyê de nîşa dide’’ Tillerson got.

Tillerson da zanîn ku dê li Reqa konseyeke sîvîl were ava kirin û ewê bajar bi destê vê konseyê were birêve birin.

DAIŞ di sala 2014’an de kontrola Reqa bi dest xistibû. HSD’ê bi piştgirîya Amerîka, bi operasoyonên ku 4 meh dom kirin, DAIŞ li Reqa têk bir.

XS
SM
MD
LG