Lînkên eksesibilîtî

Tillerson bi Awayekî Neçaverêkirî li Îraqê ye, ligel Ebadî Hevdîtinê Dike


Tillerson li firîngeha Bexda ye

Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson piştî serdana neçaverê ya Afganistanê, dîsa di serdaneke heman awayî de çû Îraqê.

Tillerson li Bexda bi Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî re hevdîtinek pêk tîne ku rewşa heyî û alozîyên piştî referanduma Kurdan gotûbêj bike.

Tillerson roja Yekşemî gotibû ku Amerîka dijî referandumê bû bi sedema ku ew bala heyî ji ser şerê dijî DAIŞ’ê rake.

Wî dabû zanîn ku Kurd xwedîyê xem û fikarên rêwa ne û dive ew di çarçoveya qanûna bingehîn û Îraqeke yekbûyî de werin çareser kirin.

Tillerson bawerîya xwe bi Abadî anîbû ziman ku ew pêgir e ku hemî kêşeyên Kurdan çareser bike, lê bang li her du alîyan kiribû girjî û reqbûna heyî kêmtir bikin.

“Me bang li hemî alîyên Kurd kir ku bi Bexda têkevin peywendîyê ku qanûna bingehîn ya Îraqî bi temamî were bi cîh anîn. Gelê Kurd ji mêjve li benda cîhanîna hin sozan e û çareserkirina hîn kêşeyan e ku divebû li gor destûra Îraqî pêk bihatana, lê heta nuiha bi cîh nehatine.”

Tillerson bal kişand ku divê Kurd bi awayekî pozîtîf danûstandinan ligel Bexda bikin ku qanûna bingehîn bi tevahî were cîh anîn.

“Bi nêrîna min gelek kêşeyên Kurdan bi wê peyvajayê dikarin çareser bin. Loma em bang li hemî alîyan dikin ku girjîya heyî kûrtir nekin ku rê li ber şerekî veneke û bînin bîra xwe şerê dijî DAIŞ’ê hîn bi dawî nehatiye.”

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG