Lînkên eksesibilîtî

Tillerson: Amerîka û Rusya Dikarin Girjîya Heyî Nermtir Bikin


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dibêje “Washington û Rûsya dikarin girjîya heyî nermtir bikin, jiber ku qutkirina peywendîyên dualî jiber kêşeya gumanbar ya maytekirina Rûsan ya di hilbijartinê de, ne baş e.

Tillerson îro Duşemê got ku divê ew xalên hevbeş peyda bikin ku bi hevre bixebitin û li ser mijarên cudabîr ewê bi berdewamî li rêkên nû yên çareserîyê bigerin.

Wî dîyar kir ku Rûsya derheqa berdewamkirina danûstandinên ser krîza li Ukrayna daxwazkar e.

Hêjayî gotinê ye ku Tillerson ligel hevtayê xwe yê Rûsî, Sergei Lavrov li Manîla ya paytaxta Fîlîpînê hevdîtin çêkir û cara yekê ye ku piştî îmzakirina toleyên nû yên ser Rûsya, nûnerên her du alîyan dicivin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG