Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson: Rûsya li Sûrîyê Berpirsê Êrîşên Kîmyayî Ye


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku li Sûrîyê berpirsê êrîşên kîmyayî Rûsya ye.

Medya cîhanê ragihandibû ku vê hefteyê li nêzî Şamê êrîşeke kîmyayî ya gumankirî pêk hatiye.

Tillerson da zanîn ku Rûsya peymana bo tunekirina çekên kîmyayî li Sûrîyê, ku di sala 2013’an de hatibû îmza kirin, binpê dike û alîkarîya hikûmeta Sûrîyê dike ku Peymana Çekên Kîmyayî binpê bike.

Wezîrê Amerîkî da zanîn ku divê Rûsya biryarên Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) yên bo vekolîna çekên kimyayî veto neke û ger piştgirîya vekolînê nake jî divê bêalî bimîne.

‘’Rûsya bi berevanîya Sûrîyê, peymana 2013’an û berpirsîyên xwe yên li hember Amerîka binpê kirine’’ Tillerson got.

Tillerson da zanîn ku Rûsya kêşeya çekên kîmyayî li Sûrîyê çareser nake û ew jî gumanan bi wan re çêdike.

Karbidestên merîka, Fransa û 22 welatên din bo kesên çekên kîmyayî bikar tînin dîyar bibin û werin ceza kirin li Parîsê kom bûn.

XS
SM
MD
LG