Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tillerson di Dawîya Adarê de Serdana Tirkîyê Dike


Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson
Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson

Wezîrê Karên Derve yên Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu do Pêncşemê got ku hevtayê wî yê Amerîkî Rex Tillerson, ewê di 30’ê Adarê de were Tirkîyê ku ew dê piştî seroktîya Donald Trump, hevdîtina bilind ya yekê ya di navbera Enqere û Washingtonê de be.

Peywendîya Amerîka û Tirkîye ku di leşkerîyê de hêza herî mezin ya duyê ya NATO ye, di dewra rêvebirîya Barck Obama de ji nişka ve xerab bûbû.

Çavuşloglu di hevpeyvîneke ser kanala Haberturk’ê de dîyar kir ku Tillerson gotiye ku ew dixwaze di 30’ê Adarê de were Tirkîyê.

‘’Min ji wî re got emê li Enqerê bin û bi kêfxweşî pêşwazîya te bikin.’’ Çavuşoglu got.

Li ber e ku Tillerson bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezî Bînalî Yilidirim re jî hevdîtinan li dar xîne.

Erdogan û hikûmeta Tirkîyê ji Amerîka dixwazin ku Fetullah Gulen radest bike ku ew îdia dikin ku tilîya wî di hewildana darbeyê de heye. Gulen îdiayên ser rola wî ya di darbeyê de red dike.

Enqere jiber piştgirîya Amerîka ya jibo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî ji wê dewletê hêrs bûye. Tirkîyê hewil da ku li şûna YPG’ê Amerîka bi serhildayên ku hêzên Tirk ew perwerde kirine oprasyonên li dijî DAIŞ’ê li dar xîne lê Amerîka red kir.

Hikûmeta Tirk, YPG’ê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne ku ew rêxistina ji 1984’an vir ve li Tirkîye şer dike him di lîsteya terorê ya Amerîka him jî ya Yekitîya Ewrupa de ye.

Erdogan bawer dike ku peywendîyên Tirkîyê û Amerîka ewê di dewra Trump de baş bibin. Meha borî, piştî axaftina her du serokan ya li ser telefonê, jêderên serokomarîya Tirkîyê dabûn zanîn ku axaftin pozîtîf e.

XS
SM
MD
LG